Tirkiyê ceh ji cotkarên navxwe erzan lê ji derve giran dikire

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Berhemên Çandiniyê ya Tirkiyê cehê ku tona wê bi 1750 lîreyan ji cotkarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dikire, bi 2400 lîreyan ji welatên din hawirde dike.

Parlamenterê CHPê yê Bursayê Orhan Saribal, li dijî helwesta Saziya Berhemên Çandiniyê ya Tirkiyê nerazîbûn nîşan da û got, cotkar bi hawirdekirinê tên cezakirin.

Orhan Saribal got: “Saziya Berhemên Çandiniyê ji cotkarên tona ceh bi 1750 lîreyan dikire, lê ji derveyî welêt bi 2400 lîreyan dikire. Di dema AKPê de gehişt wê astê ku hawirde nayê kontrolkirin. Mejiyê ku li şûna berhemanînê hawirdekirinê hildibrjêre her sal rekorên nû yê hawirdeyê tomar dike.”

Saribal dibêje, qadên berhamanîna ceh di 19 salan de kêm bûne û di sala 2002an de di 36 milyon donim erd de 8 milyon û 300 hezar ton ceh hatibû berhemanîn, lê di sala 2021ê de qadên berhemanîna ceh 5 milyon dekar kêm bûne û îsal dîsan 8 milyon û 300 hezar ton ceh hatiye berhemanîn.

Parlamenterê CHPê herwiha got: “Saziya Berhemên Çandiniyê, ji ber ku ji derveyî welêt hêj girantir dikire bihayê ceh û genim eşkere nake. Di dema AKPê de bi milyarek û 150 milyon dolaran ceh hatiye kirîn. Sala par bi 163 milyon û 900 hezar dolaran ceh hatiye kirîn ku Suriye bi 52 milyon û hezar dolar di rêza yekem de cîh digre.”

Bakurê Kurdistanê li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî ji %40ê genim û %30ê ceh berhem tîne. Amed di berhemanîna genim de piştî Konyayê di rêza duyem de cîh digre. Riha jî di berhamanîna ceh de di rêza sêyem de cîh digre. Riha, Sêwaz, Amed, Semsûr, Mêrdîn û Xarpêt her yek ji navendên girîng ên çandiniyê ne.

Li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji %10ê genim û %11 ceh û %40 pembû li Rihayê tê berhemanîn. Li Amedê sala par di 3 milyon û 500 hezar donim erd de 2 milyon ton genim, li Rihayê sala par di 3 milyon donim erd de milyonek û 200 hezar ton, li Mêrdînê di milyonek û 700 hezar donim erd de 840 hezar ton genim, li Êlihê di 858 hezar ton erd de 430 hezar ton genim hat berhemanîn.