Parlamentrekî CHPê: Li Tirkiyê 720 hezar karkerên zarok hene

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê yê Semsûrê Abdurrahman Tutdere ragihand ku li Tirkiyê 720 hezar zarokên temenê wan di navbera 5-17 salî de ji ber hejarî û xizaniyê kar dikin.

Parlamenterê CHPê Abdurrahman Tutdere, rapora xwe ya derbarê zarokên karker a bi navê “Li Tirkiyê Mirov Zarok Be” belav kir. Li gor raporê, Tirkiye di nav 41 welatên endamê Rêxistina Hevkarî û Geşedana Aborî (OECD) de 2emîn welat e ku herî zêde zarok lê kar dikin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 720 hezar zarokên ku temenê wan di navbera 5-17 salî de ji ber hejarî û xizaniyê dixebitin.

Li gor raporê sala 2002ê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara zarokên ku malbatên wan ji ber sedemên aborî nikarîbûn wan bi xwedî bikirana 12 hezar û 75 bû, lê ev hejmar meha Tebaxa 2022ê gihiştiye 146 hezar zarokan. Li Tirkiyê ji her sê zarokan yek, di nav hejariyê de dijî û rojane herî kêm 195 zarok rûbirûyê destdirêjî û êrîşan dibin.

Hejmara zarokên ku tawanan dikin, piştî sala 2014an kêm bûye, lê sala 2020ê careke din bilind bûye û hejmara zarokên tawanan dikin ji 209 hezar û 689 kesan, sala 2022ê bo 228 hezar û 895 zarokan zêde bûye. Herwiha hezar û 283 kes di temenê zaroktiyê de ketine girtîgehê.

Sala 2017ê 118 hezar û 482 zarokan madeyên hişbir bikar anîne, sala 2018ê ev hejmar %22.23 zêde bûye û gihiştiye 144 hezar û 819 zarokan. Herwiha, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê milyonek û 201 zarokên di navbera 5-17 salî de naçin dibistanê.

Tutdere got: “Rewşa bi êş a zarokên me ku misogeriya siberoja me ne, diyar dike ku em li wan xwedî dernakevin. Hejmara zarokên tawanan dikin zêde dibe. Ji ber rêveberiya xirab a aboriyê sînorê birçîbûnê ji 9 hezar û 59 lîreyan bo 26 hezar lîreyan zêde bûye. Sîstema hejariyê ku desthilata AKPê ferz dike, welatiyên me li hember enflasyonê diperçiqîne.”