Bayraktar: Asta berhemanîna petrolê li Gabarê 20 hezar bermîl e

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku asta berhemanîna petrolê li Çiyayê Gabarê yê parêzgeha Şirnexê rojane gihiştiye 20 hezar bermîlî.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar îro di televîzyona fermî ya Tirkiyeyê de derbarê petrola li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê berhemanîn û gaza xwezayî ya li Deryaya Reş axivî.

Alparslan Bayraktar eşkere kir ku Tirkiye salane 50 mîlyon ton petrol û berhemên petrolê hawirde dike.

Bayraktar diyar kir ku bihayê wê hawirdeyê sala 2022yan derdora 40 milyar dolarî bû û got:

“Di gaza xwezayî de jî 55 milyar metresêca hawirdeya me heye û bihayê wê jî 38,4 milyar dolar e.”

Bayraktar amaje bi wê yekê jî da ku Tirkiye salane bi bihayê 9 heta 10 milyar dolar komir jî hawirde dike û got:

“Kêmkirina piştgirêdana xwe bi derve yek ji karên sereke yên polîtîkaya me ya enerjiyê ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Bayraktar behsa berhemanîna gaza xwezayî ya li Deryaya Reş kir û got:

“Dê li wê qadê berhemanîn bigihe 15 heta 18 milyar metresêca gazê.”

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê herwiha da zanîn ku xebatên lêgerîn û berhemanîna petrolê li Çiyayê Gabarê didomin û got:

“Îro em li wê derê rojane 20 hezar  bermîl petrol berhem tînin lê armanca me ew e ku heta sala 2025an em asta vê berhemanînê bigihînin 100 hezar bermîlî.”

Bayraktar di heman demê de eşkere kir ku ew dê ji bo dîtina gaza xwezayî li Wanê jî dest bi xebatên lêgerînê bikin û got:

“Înşallah em dê meha îlonê li Wanê jî karê sondajê bikin. Ji berhemanînên li wê derê em dê hewil bidin piştgirêdana xwe ya bi derve kêm bikin.”