Di cejna îsal de bazara ajelan wekî salên berê ne germ e
Hewlêr (Rûdaw) - Beriya Cejna Qurbanê îsal jî xwediyên pez u golikan berê xwe didin bazaran ji bo ku malê xwe bifiroşin û keda xwe ya salekê bikin pere, lê weke hemû qadên jiyanê, koronayê bandoreke mezin li ser bazara heywanan jî kiriye û li gorî gotina ajeldarekî, rêjeya firotina qurbaniyan îsal li gorî sala borî ji sedî 60 daketiye.
Ji bo cara yekemîn e ku di serdema koronayê de cejin tên pîrozkirin, lê korona nahêle weke berê ne amadekariyên cejnê bêne kirin û ne jî weke berê bêne pîrozkirin.
Beriya koronayê li nav bazarên qurbaniyan dema cotkaran malê xwe difirot destê mişterî digirt û bi tundî dihejand, koronayê ne tenê rewşa bazaran heman demê ev kevneşopiya qedîm jî têk daye.
Cotkar Durmuş Yildirim ji Rûdawê re dibêje: “Min 70 kawir û hinek jî hewyanên gir anîn, heta niha min tenê 12 firotine, bihayê em dixwazin kes nade, ji ber korona heye, gellek kes bêpare mane, hin kes 3 meha bêkar mane, dewletê jî alikariya kesê nekiriye.”
Li Enqerê li bazarê piraniya cotkarên navçe û bajarên dorûberê hewl didin ku keda xwe ya salekê bikin pere, lê hem rewşa aboriyê, bilindbûna bihayê yêm û dermanan hem jî koronayê hêviyên wan şikandine.
Derbarê vê yekê de firoşkar Azîz Zaza dibêje: “Êdî xelk qurbaniyan serjênakin û di cejnê de jî diçin betlanê. Li gorî salên borî ji sedî 60 ya mişteriyên me nehatin. Koronayê bandoreke mezin kiriye.”
Firoşkar Mehmet Kanguder jî got: “Koronayê bandoreke gelek xirab li gundî û cotkaran kir. Kes newêre were nav bazarê, xelk ditirse nayê nav bazaran, zerera me ji milyonan derbas bû, yek torbe yêm bûye sed hizar lîre.”
Li nav bazarê qurbaniyê biçûk weke mizin û mer ji hezar lireyan heta 2 hezar lireyan , hewyanê gir weke conga, çêl û golik jî ji 7 hezar lîreyan heta 20 hezar lîreyan tê firotin ku bihayê wan li gorî sala borî zor kêm guheriye.
Hemwelatî Seîd Karagul jî diyar kir ku hem ji bo hemwelatiyan hem jî ji bo firoşkaran rewş nebaş e, û got: “Cotkaran xercên mezin kirine, lê li aliyê din gellek kes jî ji ber koronayê bêkar û bêpare mane.”
Li derdora Enqerê 3 bazarên mezin hene û her kesê bixwaze li nav bazarê heywanên xwe biforişe 3 hezar lîreyan weke kirêya cihê bazarê dide şaredariyê.