Ji dolar rekoreke nû: 33 lîre derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî li hemberî lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û gihişt 33,04350 lîreyan.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî ya li hemberî dolar û diravên biyanî berdewam dike û îro dolarekî Amerîkî 33 lîre derbas kir.

Îro bi vekirina borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî careke din bihayê xwe ji dest da.

Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 33,04350 lîreyan. Euro jî bi 35,2470 lîreyên Tirkî ye.

Dolar di dîrokê de cara yekem 33 lîreyan derbas dike.

Daketina lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî ji hezîrana sala borî ve berdewam dike.

Lîreyê Tirkî li hemberî dolar di 16 mehên borî de ji zêdetirî ji sedî 65ê nirxê xwe ji dest daye.