Pereyên 40 bazirganên Silêmaniyê li Îranê hatine blokkirin
Silêmanî (Rûdaw) – Hatina Wezîrê Derve yê Îranê li gel şandeke bilind a aborî û dîplomasî û bazirganî bo beşdariya korbenda navbera Îran û Herêma Kurdistanê, derfeteke zêrîn bû ji bo bazirganên bajarê Silêmaniyê ku ji nêzîk ve derdê dilê xwe bibêjin û daxwaza pereyên xwe bikin ku li Îranê hatine blokkirin. Bazirganek dibêje: “Tu çawa daxwaza berfirehkirina danûstandina bazirganî dikî, tevî ku tu nikarî kesê li hemberê xwe bidî bawerkirin.”
Roja 15-01-2018an, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, bi hevaltiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî gihiştin Firokexaneya Silêmanî, piştre beşdarî korbendeke aborî bûn, daku bazirganên Kurd han bide ku bazirganiya herdu aliyan were geşkirin. Lê belê ji bo 40 bazirganên bajarê Silêmaniyê ku dibêjin zêdetirî salek e pereyên wan li Îranê hatine blokkirin, hatina Zerîf tenê ji bo wê yekê bûbû hêvî ku giliyê xwe bikin û pereyên xwe bi dest bixin.
Bazirganên Herêma Kurdistanê di panelan de dibêjin ku rêyên bazirganî li gel welatên derve gelek in, yek ji wan rêyan ku ji aliyê hawirdekirinê ji bo wan hêsantir e, bazirganiya li gel Îranê ye, lê di dema danûstandina bazirganî de li gel bazirganên Îranê tûşî çendîn pirsgirêkan bûne.
Bazirganên Herêma Kurdistanê rasterast hemû pirsgirêkên xwe ji Wezîrê Derve yê Îranê re eşkere kirine û gotine ku gelek pere şandine Îranê, lê bi fêlkirin û bi rêya yasayan dest danîne ser pereyên wan.
Mihemed Hesen ku yek ji wan bazirganên bajarê Silêmaniyê ye dibêje: “Em 40 bazirganên Kurd zêdetirî salek e me pereyên xwe şandiye bankayên Îranê, bi taybetî bo bajarê Seqiz, lê ji aliyê çend kesan ve pereyên me di bankayan de hatine blokkirin.”
Herwiha dibêje: “Bazirganên me hebûn, dema pereyên wan hatin blokkirin bi liberçavgirtina bihayê tumen ê wê demê, pereyên wan 250 hezar dolar bû, lê niha eger vegerînin, ji ber daketina bihayê tumen, 80 hezar dolar dikeve destê wan.”
Weke ku bazirganên Kurd behs dikin, pirsgirêk ew e ku bazirganên Îranê diçin giliyên bêbingeh li ser bazirganên Herêma Kurdistanê tomar dikin, dadgeha Îranê jî bêyî ku ji bazirganên Kurdistanê bipirse, pereyên wan li bankayan blok dike.
Mihemed Hesen diyar dike ku gelek pereyên wî hatine blokkirin û dibêje ku dema serdana Wezîrê Derve yê Îranê, rasterast û bi nivîsên fermî, hemû wan pirsgirêkan jê re eşkere kiriye û jê re gotiye ku bi hinceta yasayî, dest datînin ser pereyên bazirganên Kurd, lê nikarin bi wê yasayê pereyên xwe werbigrin.
Hesen dibêje: “150 hezar dolarên min hat blokkirin, piştî ku min 12 hezar dolar da wî kesê ku pereyê min blok kiribû, pereyê min ji min re vegerand.”
Danûstaninên bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê di sala 2017an de gihişte 6 milyar dolaran. Şêwirmendê Cîgirê Serokomarê Îranê jî ragihand ku qebareya danûstandina bazirganî di sala 2018an de li gel Herêma Kurdistanê gihiştiye nêzîkî 8 milyar dolaran.
Şêwirmendê Cîgirê Serokomarê Îranê bo Karûbarên Aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê Hesen Danayfer di serdana xwe ya bo Silêmaniyê de ji Rûdawê re ragihand: “Me ji nêz ve guh da bazirganên Herêma Kurdistanê, em giringî didin hemû pirsgirêkên wan. Pereyên ku dest bi ser de hatiye danîn, dê ji wan re vegere.” Herwiha got: “Em ti car nahêlin peywendiya me ya bazirganî ji nav biçe. Me qonaxa hinardekirinê derbas kiriye û em li gel Herêma Kurdistanê ji bo veberhênana hevbeş dixebitin, êdî em çawa karekî wisa qebûl bikin.”
Serokê Jûra Bazirganên Silêmaniyê Sîrwan Mihemed ragihand ku tiştên pêwîst ji Wezîrê Bazirganî yê Îranê re gotine û herwiha ji bo bidestxistina mafê wan bazirganan ku dest bi ser pereyên wan de hatiye danîn, çi ji destê wan were dê bikin.
Mihemed Hesen dibêje ku karê li gel Îranê, qezenc û zirar di yek saetekê de rûdide. Lewma bazirganên Kurd, piştî destdanîna ser pereyên wan, ji karên li gel Îranê sar bûne.
Hesen herwiha dibêje: “Me gelek hewl da ku bawerî çêbibe, lê bêencam bû, em li bendê ne ku bizanin piştî sozên Zerîf dê tiştekî çêbibe.”