Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gaza mitbexê biha bû
Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê gaza mitbexê îro biha bû û herweha motorîn jî ji îşev û pê de careke din biha dibe.
Piştî ku lîreyê Tirkî li beramberî dolar û diravên biyanî bêqîmet bû, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihabûn roj bi roj zêdetir dibe.
Îna derbasbûyî lîtreya motorînê 1 lîre û 55 quruşan biha bibû, roja sêşemê benzîn 2 lîreyan giran bibû û doh jî oto gaz 24 quruşan giran bû.
Ji îşev û pê de motorîn 1 lîre û 45 kuruşan giran dibe. Bi vê girankirinê re li Stenbolê lîtreya motorînê dibe 35 lîre û 37 quruş, li Enqereyê dibe 35 lîre û 86 quruş û li Îzmîrê jî dibe 36 lîre û 30 quruş.
Di heman demê de îro gaza mitbexê jî giran bû. Tûpê gaza mitbexê yê 12 kîlogram ji 440 lîreyan bû 480 lîreyê Tirkî.
Di mehekê de cara duyem e ku gaza mitbexê giran dibe.