Li Amedê di heyama salekê de hezar dikanan îflas kirine

Amed (Rûdaw) – Li Amedê di nava salekî de ber qeyrana aboriyê ji hezarî zêdetir dikan ji ber topavêtinê hatin girtin. Cara yekemîn e ku li Amedê evqas dikan di salekî de tên girtin.

 

Di nava salekî de ji ber qeyrana aboriyê tenê li bajarê Amedê ji hezarî zêdetir dikan hatin girtin. Li tevahiya Bakurê Kurdistanê ev hejmar ji 10 hezar dikanan bihurîye. Rêveberên odeyên dikandaran dixwazin hikûmet pêşîya girtina dikanan bigre û çareyek pratîkî ji derdê dikandaran re bibîne.


Ji xeynî Amedê li tevahiya bajarên Kurdan jî bi qasî 10 hezar hatin girtin. Rêveberên Odeya Dikandaran dibêjin berê jî dikan dihatin girtin lê hejmara dikanên ku dihatin vekirin ji yên dihatin girtin 3 qat zêdetir bûn. Bes îcar ev hejmar berevajî ne.


Derbarê vê yekê de Serokê Yekitiya Odeya Dikandaran a Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglu ji Rûdawê re wiha got: “Gerek esnafên ku li herêmê ne ji aliyê dewletê, ji aliyê hikûmetê ve destekek nû ji wan re derkeve. Ji bo ku li ser lingê xwe bisekinin ev şert e. Cudahiyeke mezin di navbera herêman de heye. Ji ber şer û pevçûnên ku li herêma me çêbûn li bankayan sûdcar xuya dikin, ketine lîsteya reş. Ji ber ku ketine lîsteya reş, hikûmet bi rêya bankayan çiqas destekê dide jî esnafên herêma me qet nikarin jê sûd werbigrin.”


Dikandarên ku di nava salekî de herî zêde zerar dîtin, yên navçeya Sûrê ne. Lewre ji ber qedexeya derketina derve ya 3 salan gelek deynên wan ketin ser hev û nikarin deynê xwe bidin. Dikandar dixwazin hikûmet çareyek ji derdê wan re bibîne.


Dikandar Nîzam Aşiri dibêje: "Li cîhanê baca herî zêde Tirkiye distîne. Divê ev bac bikeve û pere bikeve piyaseyê.”


Dikandar Ercan Ceylan jî got: “ Piraniya dikanan tên girtin. Binêrin li ber çavan e ev dikana me hate girtin. Li kuçeya din jî dikan hatin girtin. Belkî îro ew hatin girtin sibê dora me be. Em nizanin.


Di pêvajoya aştî û çaseriyê ya çend sal berê de salane ji hezarî zêdetir dikanên nû dihatin vekirin û hejmara dikanên ku dihatin girtin salane ji 300'î nedibihurîn. Piştî ku pêvajoya çareseriyê  qediya û aramî têk çû, îstîkrara aboriyê jî şikestineke mezin xwar. Ev yek jî bû sedem ku  dikandar roj bi roj top bavêjin.