Banka Navendî biryara xwe ya faîze eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya faîzê piştî 2 salan 250 pûanî kêm kir û rêjeya faîzê ji sedî 50î daxist ji sedî 47,5an.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro biryara xwe ya faîzê eşkere kir.

Banka Navendî rêjeya faîzê 250 pûanî kêm kir û di ji sedî 50î daxist ji sedî 47,5an.

Piştî eşkerekirina meaşê herî kên wekî 22 hezar û 104 lîreyên Tirkî aborînasan pêşbînî kiribû ku vê carê Banka Navendî rêjeya faîzê kêm bike.

Banka Navendî rêjeya faîzê herî dawî 21ê Adara 2024an ji sedî 45an kiribû ji sedî 50 û 8 meh bûn biryara xwe neguhertibû.