Dolar dîsa rekor tomar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî li hemberî lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û gihişte 29,34 lîreyan.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hemberî dolar û diravên biyanî berdewam e û îro dolarekî Amerîkî gihişt 29,34 lîreyan.

Îro bi vekirina borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî nirxê xwe ji dest da.

Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 29,34 lîreyan. Euro jî bi 32,33 lîreyên Tirkî ye.

Tevî ku Banka Navendî ya Tirkiyeyê ji hezîrana îsal meha kanûna pêşînê faîz 34 puanan zêde kir û ji 8,5an derxist 42,5an, lîreyê Tirkî berdewam nirxê xwe ji dest dide.

Piştî hilbijartina Parlamentoyê ya 14ê Gulana 2023yan lîreyê Tirkî li hemberî pereyên biyanî nirxê xwe zêdetir ji sedî 50 ji dest daye.

Berî hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan dolar bi 19,60 lîreyan bû.

Li gorî pêşbîniya Bank of Americayê ku meha îlonê hat eşkerekirin, heta dawiya sala 2023yan dolar li hemberî lîreyê Tirkî dê bigihîje 30 lîreyî.