Bazirganên Ereb hingivê Kurdistanê dixwazin

Hewlêr (Rûdaw) – Bû cara duyem hingivê Kurdistanê li ser asta welatên erebî û welatên ser Deryaya Spî pileya yekem werdigre. Ji ber vê yekê kompaniyên bazirganiyê yên welatên Îmarat, Erebistana Siûdî û Umanê hingivê Kurdistanê dixwazin.

 

Di 10emîn Kongreya Yekîtiya Hingivvanan a Erebî de û di 9emîn Kongreya Hingivvanên Welatên Deryaya Spî de hingivê Kurdistanê pileya yekem bi dest xist. Kongreya hingivvanan di nîveka vê mehê de, bi beşdariya 24 welatan li Misirê hatibû pêkanîn û şandeke Komeleya Hingivvanên Kurdistanê jî beşdar bûn.

 

Ji ber bilindiya kalîteya wî, hingivê Kurdistanê ev cara sêyem e ku di asta cîhanê de pileya yekem bi dest dixe. Cara yekem di sala 2009an de li Kongreya Hingivvanên Cîhanê ya li Fransayê. Cara duyem di sala 2015an de li Kongreya Yekîtiya Hingivvanan a Erebî ku li bajarê Necefê hate sazkirin. Cara sêyem jî îsal hingivê Kurdistanê li Misirê weke hingivê herî baş ê welatên erebî û welatên li Deryaya Spî hate hilbijartin.

 

Rêveberê Giştî yê Çandiniya Parêzgeha Hewlêrê Dr. Ebdurehîm Umer ku serokê lijneya bilind a destnîşankirin û dabînkirina pêwîstiyên mêşhingiv û dermanên wan e li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand: “Keş û hewa, hemû cure gul û kulîlkên Kurdistanê û herwiha ji aliyê hingivvanan ve bi awayekî zanistî xwedîkirina mêşhingivan, bûne sedemên kalîteya baş a hingivê Kurdistanê.”

 

Neh sal in ti serjimêrek ji bo hejmara sindoqên mêşhingivan ên li Kurdistanê nehatiye kirin, lê li gor zanyariyên Wezareta Çandiniyê, pêşbînî tê kirin ku 500 hezar sindoqên mêşhingivan li Kurdistanê hebin, hemû bi hev re, salana nêzîkî 800 ton hingiv didin. Ev jî têra pêwîstiya Herêma Kurdistanê nake ku eger her kesek salane 24 gram hingiv bixwe, dike salane nêzîkî 1350 ton hingiv.

 

Dr. Ebdurehîm Umer ku doktoraya wî li ser xwedîkirin û parastina mêşhingivan ji nexweşiyan e, dibêje: “Jîngeha Herêma Kurdistanê ji bo xwedîkirina mêşhingivan gelek guncaw e, mirov dikare di nav milyonek sindoqan de mêşhingiv xwedî bike û berhema me ya salane jî du qat zêde bibe. Lê belê pirsgirêka me ya sereke ew e ku divê bi awayekî zanistî mêşhingiv werin xwedîkirin, çimku her sal ji ber vê sedemê gelek mêşhingiv ji nav diçin.”

 

Dr. Ebdurehîm Umer diyar dike, ku rola keş û hewayê li ser berhema hingivê gelek e, salên ku baran zêde bibe, gul û kulîk zêde dibin û ji ber vê yekê berhema hingiv jî baş dibe. Eger berevajî wê, baran hindik bibe, berhem jî baş nabe û dibêje: “Weke mînak, sala derbasbûyî nêzîkî 850 ton berhema me hebû. Lê îsal berhem bi rêjeya %65 – 70 daketiye û em wisa pêşbînî dikin ku berhema îsal tenê nêzîkî 300 ton bibe.”

 

Hingivê Çiyayê Şingalê yekem e

 

Li kongreya ku li Misirê hate pêkanîn, 24 hingivvanên Kurdistanê beşdar bûn, hingivên deverên cuda yên Kurdistanê ji bo pêşbaziyê hatibûn amadekirin, di pişkinîna kongreyê de hemû pileyên baş bi dest xistin, lê hingivê Çiyayê Şingalê weke pileya yekem hate hilbijartin.

 

Welîd Xelîl Şingalî ku hingivvanekî ji gundê Bacesê yê ser bi navçeya Şingalê ye û hingivê wî pileya yekem wergirt, ji Rûdawê re aşkere kir: “Hingivê min li ser asta welatên erebî, Fransa, Îtalya, Yûnanistan, hingivê hawirdekirî yê Çînê û Awusturalyayê, ji aliyê kalîte û pêkhateyên wî ve, pileya yekem bi dest xist, lewma kongreyê xelata zêrîn da min.”

 

Welîd Xelîl Şingalî wisa bawer dike, ku lijneya kongreyê di mijara nirxandinê de bi edalet nebûye, egerna hingivê Kurdistanê pileyên din jî bi dest dixistin. Şingalî dibêje: “Hemû nimûneyên ku ji Kurdistanê hatibûn şandin, piştî pişkinînê ji aliyê kalîteyê ve hejmarên mezin ji wan re hatibûn dayîn. Eger pişkînerên kongreyê fiêlek nekiribana, pileyên yekem, duyem û sêyem ji Kurdistanê re bibûna. Lê belê şêwaza xwe guhertin û pileyan bi ser hingivê parzûnkirî, hingivê mûma sirûştî û hingivê bilûrî dabeş kirin, lewma Erebistan di hingivê mûma sirûştî de ku tenê kîloyek weke nimûne anîbûn, bêyî rikeberî pileya duyem dan wî, çimku hingivvanê wan nêzîkî şêxan û sponsorên kongreyê bû, di hingivê bilûrî de jî pileya sêyem dan Filistînê.”

 

Welîd Şingalî beriya êrişa DAIŞê ya bi ser Şingalê, xwediyê 800 sindoqên mêşhingiv bû, lê ji ber êrişê hemû mêşhingivên xwe ji dest dan û ew jî awareyî Zaxoyê bûye. Piştî rizgarkirina Şingalê, Welîd Şingalî vegeriyaye ser pîşeya xwe û niha 300 sindoqên wî yên mêşhingiv hene ku îsal 1500 kîlo hingiv berhem anîne. Şingalî aşkere dike, ku beriya êrişa DAIŞê ya bi ser Şingalê, li wê deverê 300 hingivvan hebûne, lê niha tenê pênc hingivvan mane.

 

Kongreya ku li Misirê hate kirin, ji bo Welîd Şingalî derfetek çêkir. Şingalî dibêje: “Kompaniyên bazirganiyê yên Erebistan, Îmarat û Umanê hingivê Kurdistanê dixwazin. Ji min re gotin, dema ku dorpêça ser esmanê Kurdistanê were rakirin, emê serdana te bikin û li gel te girêbest îmze bikin.”

 

Teyîb Refîq ku li gundê Almewanî yê ser bi nahiyeya Pîrmamê hingivvanekî pêşketî ye û xwediyê 400 sindoqên mêşhingivan e, berhema wî ya îsal 3 ton hingiv bû û ew jî beşdarî kongreya li Misirê bû. Refîq diyar dike: “Ji ber ku hingivvanên Kurdistanê ji bo xwedîkirina mêşhingivan, xwe bi sirûşt û kulîkên Kurdistanê ve girêdidin, bû du car hingivê Kurdistanê pileya yekem bi dest dixe.”

 

Serokê Tora Komeleyên Hingivvanên Kurdistanê Arif Ebdullah aşkere kir: “Biryar e sala 2019an, Kongreya Yekîtiya Hingivvanan a Erebî û Konferansa Federalî ya Hingivvanên Welatên Deryaya Spî, li Hewlêrê were sazkirin. Em bawer in di vê kongreya dahatû de jî hingivê Kurdistanê, dê her li pileya yekem bimîne.”

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan