Hingivê Bedlîsê diçe Almanya, Fransa, Brîtanya û çend welatên din
Hewlêr (Rûdaw) - Hingivê parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ji bilî firotina navxwe li ser daxwazê ji welatên wekî Almanya, Brîtanya, Fransa, Qeter û Îmaratê re jî tê şandin.
Li zozanên Bidlîsê yên bilind ku xwedî floryeyeke dewlemend e, berhevkirina hingivê kewaran berdewam dike.
Li Bidlîsê ku yek ji wan parêzgehên berhevkirina hingiv lê dereng tê kirin, mêşvan hingivê hildiberînin dişînin çar aliyê welat û çend welatên din jî.
Mêşvan Guven Gungordu anî ziman ku ew wê pîşeya ji bav û kalan maye hîn jî didomînin.
Guven Gungordu destnîşan kir ku bi hatina sermayê re wan dest bi berhevkirin hingiv kir û wiha pê de çû:
"Hingivê kewaran di mehên çiriya pêşîn û çiriya paşînê de tê berhevkirin.
Çimkî divê serme bigihije hingiv. Hingivê Bedlîsê ji ber giyayên endamîk li herêmê zêde ne, gelekî bi qalîte ye.
Erdên vê derê jî ji bo mêşvaniyê gelekî guncav in. Yek ji sedema bi qalîtebûna hingivê me jî ew e ku nirxê wê yê prolînê gelekî zêde ye.
Îsal rêkolteya me gelekî baş e. Serê kewarê nêzîkî 7-9 kîlogram hingiv jê hat.
Ez bawerim îsal em dê berhemeke baş ji hingivê kewaran wergirin.”
Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber xwezaya dewlemend berhema hingiv bi qalîte ye û sal bi sal wekî pîşe jî hengvanî zêdetir dibe.
Bi taybet hingivê parêzgeha Bedlîsê li gel ku li navxwe tê firotin li ser daxwazê ji welatên wekî Almanya, Brîtanya, Fransa, Qeter û Îmaratê re jî tê şandin.