Ji Wezîrê Bazirganî ji bo cotkaran mizgînî

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê bi Wekalet ê Bazirganî û Pîşesazî yê Herêma Kurdistanê Elî Sindî ragihand, ku ji sibê ve dê dest bi dabeşkirina şayisteyên darayî yên Hewlêr, Duhok û Mexmûrê bikin.

 

Elî Sindî da zanîn, ji heftiya derbasbûyî ve dest bi parvekirina şayisteyên darayî yên cotkarên parêzgeha Silêmaniyê kirine.

 

Sindî got, ku ji roja Pênşemê (27-09-2018) ve jî dê dest bi parvekirina xercên şayisteyên darayî yên cotkarên Hewlêr, Duhok û Mexmûrê bikin.

 

Wezîrê Bazirganî û Pişesazî yê Herêma Kurdistanê ji cotkarên, ku genimê xwe radest kirine xwest, ku ji bo wergirtina çekên pareyên xwe bila serdana sayloyan bikin.