Kevir di destê hosta Mehmûd de dibe wek hevîr

Amed (Rûdaw) - Çiyayê Qerejdaxê ya volkanîk dema teqiya, ber û zinarên xwe jî li sînorê 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê belav kir. Bi salane cotkarên bajarên wek Riha, Amed, Mêrdîn û Semsûrê  bi cefayeke mezin keviran ji nav zeviyên xwe paqij dikin da ku çandiniyê li van deran bikin.

 

Kevirên Qerejdaxê mezin û herwisa gelek hişk in; ev kevir ji bo cotkaran wek tişteke bêkêr û bareke giran e; lê ji bo hosteya keviran  Mehmûd Selaniş bi zêran e.


Hosta Mehmûd wek bav û kalê xwe evîndarê keviran e û kevir di  destê wî de dibe wek hevîr.


Heta niha Mehmûd bi sedan berhemên ji keviran çêkirine û hîn jî çakûça wî ji destê wî neketiye; ew vî karî wek mîrateyek ji bavû kalên xwe dizane û li Sêrega ruhayê gelek berhemên kevirî an bi destê bavê wî an jî bi yê bapîrê wî hatine çêkirin.


Mehmûd Selanîş niha hewl dide ku vê pîşeyê bi nifşên nû jî bide perwerdekirin; ji ber ku hostayek wek wî niha li vê herêmê nemaye.


Li navçeya Swêrega Rihayê çand kargehên kevirbir di van salên dawî de hatine vekirin; lê niha tenê yek çalak maye.


Di cîhanê de kevirê bazalt bi zêdebûna xwe tenê li çiyayê Qerejdaxa Bakurê Kurdistanê û li herêma Cizîra botan tê dîtin û taybetiya vê kevirê ew e ku Sûr û bircên Amedê jî bi vî kevirê berî 5 hezar salan hatiye lêkirin