Îranê 700 milyon dolar bo pêşxistina bîrên petrolê li Îlamê terxan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Îlama Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ku 700 milyon dolar ji aliyê hikûmeta Îranê ve bo pêşxistina zeviyên petrolê li wê parêzgehê hatine terxankirin.

 

Parêzgarê Îlamê Qasim Silêmanî Deştekî roja çarşermbiyê di civîna berpirsên hikûmî yên wê parêzgehê de ragihand, ku di encûmena bilind a aborî ya Îranê de biryar hatiya dayîn, ku 700 milyon dolar ji bo pêşxistina zeviyên petrolê yên parêzgeha Îlamê bihê terxankirin.

 

Qasim Silêmanî Deştekî got, terxankirina wê bûdceyê bi taybet ji bo pêşxistina bîrên hevbeş ên petrolê yên li gel Iraqê ye.

 

Deştekî herwiha da xuyakirin, ku 4% ji budceyê ji bo pêşxistinna parêzgeha Îlamê hatiye terxankirin.