Mihabadê di 3 mehan de 1.5 milyon dolar kelûpel hinarde kiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Rêvberê Gumruka Mihabadê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, di heyama 3 mehên derbasbûyî de bi qasî 1 milyon û 500 hezar dolar kelûpel ji vê gumrukê ve bo derve hatiye hinardekirin.
Ehmed Ehmedî roja Sêşemiyê ji ajansa fermî ya hikûmeta Îranê IRNAyê re ragihandiye, di her sê mehên derbasbûyî de, ji gumruka Mihabadê ve 1 milyon û 500 hezar dolar kelûpelên cor bi cor bo derve hatine hinardekirin ku ji sedî 90ê wan kelûpelan bo Iraqê (Herêma Kurdistanê) hatine hinardekirin.
Ehmedî diyar kir, piraniya kelûpelên hinardekirî mafûrên destçêkirî û berhemên şîremeniyê bûne.
Rêveberê Gumruka Mihabadê herwiha amaje bi destdanîna ser kelûpelên qaçax li sînorê vê gumrukê kir û da zanîn, 64 dosyeyên girtina kelûeplên qaçax li gumruka Mihabadê hene. Ehmed Ehmedî got, rêjeya destdanîna ser kelûpelên qaçax li vê gumrukê li gor sala par, %99 zêde bûye.
Ehmedî diyar kir, cilûberg, amûrên elektrîkî, lastîk û birinc, piraniya wan kelûpelên qaçax pêk tînin ku li sînorê gumruka Mihabadê dest bi ser de hatiye girtin.