Xiyarên Mereşê ji Ewropayê re jî tên şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê demsala berhevkirina xeyaran des pê kir.

Li 6 gundên wê parêzgehê li ser rûberî 3 hezar û 500 dekar zevî xiyar hatine çandin.

Xiyarên wê parêzgehê ji bilî 31 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji welatîn welatên Ewropayê re jî tên şandin.

Serokê Kooperatîfa Pêşxistina Çandiniyê Adem Tosun got:

"Berê ez wekî endezyarê makîneyan di sektora taybet de dixebitîm.

Dema min dît li gundê me kar baş e, sala 2022yan min dest ji kar kişand û ez hatim gundê xwe û min dest bi karê koperatîfê kir.

Piştî erdhejê jî ti pişrgirêk dikarê me de derneket û firotina me gelekî baş e."

Cotkar Ridvan Peker diyar kir ku par dahata wan a xiyaran 35 milyon lîre bûye lê ew armanc dikin îsal dahata wan bigihêje 70 milyon lîreyan.

“Ev der welatê me ye”

Cotkar Ridvan Peker got:

"Piştî erdhejê me bi her du destan xwe bi jiyanê ve girê da.

Ji ber ev der welatê me ye ciheke din ê ku em biçinê nîne. Em niha kar dikin.

Beriya erdhejê 150-200 karkeran li gel me kar dikir lê niha nêzîkî 500 karkerên me yên kar dikin hene."

Xiyarên vê deverê ji ber tama xwe ya xweş bi nav û deng in.

Cotkar armanc dikin îsal berhema xiyaran li vê parêzgehê bigihêje 35 hezar tonan.