Dolar çû û hey çû: Rekoreke nû ye!

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî saetên serê sibehê li hemberî lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û gihişt 30 lîre 64 qirûşan.

Îro bi vekirina borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî careke din bihayê xwe ji dest da.

Euro gihişt 33,5221, sterlin jî gihişt 38,984 lîreyên Tirkî û wan jî rekora xwe nû kir.

Dolar piştî vê rekorê piçekî daket lê niha jî derdora 30,30 lîreyî ye.

Piştî rekorên nû euro daket 32,80 lîreyî, sterlin jî daket 38,40 lireyî.

Bankaya Veberhênanê ya Amerîkayê JP Morganê texmîna xwe ya dawiya salê ya dolar/lîreyê Tirkî ji 34 lîreyan derxistibû 36 lîreyan.