Bexdayê petrola xav ji bo parzûngehên Kurdistanê zêde kir

Hewlêr (Rûdaw) – Bi mebesta dabînkirina petrola spî ku li nav malan tê bikaranîn, Lijneya Bilind a Enerjiyê bi serokatiya Ebadî biryar da, ku petrola xav a ji bo parzûngehên Iraq û Herêma Kurdistanê were zêdekirin.

 

Roja duşemê 25ê Berfanbara 2017an, bi serokatiya Heyder Ebadî, Lijneya Bilind a Enerjiyê ya Iraqê civiya.

 

Li gor daxuyaniya ofîsa Serokwezîrê Iraqê, di civînê de biryar hatiye dayîn ku tevî ji bo parzûngehên Herêma Kurdistanê, petrola xav a ku ji parzûngehan re tê dayîn, were zêdekirin, ku ew petrola spî ji bo bikaranîna hemwelatiyan tê dabînkirin.

 

Herwiha di beşeke din a civînê de behsa wê yekê hatiye kirin, ku ji bo kêmkirina bihederçûna elektrîkê û dabînkirina elektrîka berdewam, torên elektrîkê werin nûkirin. Weke din ji bo zêdekirina şiyana berhemanînê û mijara heqê elektrîkê, ji Wezareta Elektrîkê daxwaz were kirin ku lêkolînek amade bike.

 

Îsal Bexdayê beriya niha jî biryar dabû, ku petrola spî ji Herêma Kurdistanê re bişîne, lê heta niha petrola pêwîst nehatiye birêkirin.

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan