Dolar û euro li hember lîre firîn!

Navenda Nûçeyan – Piştî biryara Parlamentoya Ewropayê ya derbarê cemidandina danûstandinên ligel Tirkiyê, buhayê euro û dolarê bilind bû û rekorek nû tomar kir.

 

Bi tevê ku Banka Navendî ya Tirkiyê biryara kêmkirina faîzan jî kir, bi biryara Parlamentoya Ewropayê lîreya Tirkiyê nirx wenda kir.

 

Bi biryara Banka Navendî ya Tirkiyê dolar ji 3.40 lîreyê dakete 3.37 lîreyê. Lê piştî biryara Parlamentoya Ewropayê, dolarek bû 3.4766 lîreyê.

 

Di heman demê de euro jî ji 3.59 lîreyê dakete 3.56 lîreyê. Lê piştî biryara Parlamentoya Ewropayê euro jî bû 3.6690 lîre.