AMED – Li bazara ajelên qurbanê tevger zêde ye lê kirîn nîne

Almanya (Rûdaw) -  Firoşgeha Ajelan a Amedê bi Cejna Qurbanê re bi pez û dewar tije bûye. Lê belê ne ajeldar, ne jî kirryar û firoşkar ji buha û rayîşa pez û dewar razî nîn e. Ajeldar dibêjin ku goştên pez û dewar bi qasî alifên wan ne giran e. Herwiha ajeldar daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê dikin ku goşt hawirde neke daku buha û rayîşa goşt baş be.

 

Li gor kirryar û bazirganan jî rayîşa ajelan giran e. Digel ku bazar û firoşgeha qelebalix be jî kirrîn û firotin kêm e. Ajeldar, bazirganên ajelan jî vê yekê bi qeyrana aborî re girê didin. Hinek ji ajeldaran jî dibêjin ku rayîşa mezat û bazara pez û dewar ne girîng e, ya girîng Giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye.

 

Mezat anku Firoşgeha Ajelan a Amedê bi qurban û boraqên Cejna Qurbanê ve mişt tije ye.

 

Hesen Aktaş bi hêviya ku di Cejna Qurbanê de bên firotin sed û pênce nêrî û bizin ji Şemrexa Mêrdînê aniye. Tevî ewqas germ û gurriya bazarê jî ew dibêje ku kirrîn û firotin kêm e.

Hesen Aktaş dibêje: “Ji bo hebek/daneyek bizin û pez dibêjin 750 lîre, lê ne wisa ye. Em bi 600 lîreyî jî didin kes nakire. Bila werin 550 lîreyî bigirin em ê giştî/hemûyan bidin. Zêdetirî sed ajelên me ev deh roj e li vir in nayên firotin. Wayê cejin hat jî îsal kes ji derve nayê. Her salên din ji bajarên din dihatin ji vir pez û dewar dibirin lê îsal nehatin. Ji ber ku serjêkirina heywanên mê hat qedexekirin, heywanên nêr jî kêm e, tune ye.”

 

Bazirgan Hecî Mihê çil sal e ajelan dikirre û difiroşe. Ew jî wekî ajeldaran bi gilî û gazind e. Li gor wî ji ber qeyrana aborî bêrika milet vala ye û nikarin qurban û boraqên cejnê bikirin.

 

Hecî Mihê Ay diyar dike: “Bala xwe bidê! Ka yek dikire û difiroşe? Na. Hema milet wisa tê û diçe lê tişt tune. Pere nemaye. Bi milet re pere nemaye. Salên berê pir xweş bû, kelecana cejnê zêde bû. Aniha milet çawa tê û wer diçe malê. Tiştekê tune ye. Jixwe xêra firoşgeha ajelan jî nemaye. Yekşem ne bes bû roja Çarşemê jî vir digirin. Nizanim çawa dikin. Milet perîşan e.”

 

Li vê mezatê kîloya goştê pez û dewarên zindî li ser ling şanzdeh û şanzdeh û nîv lîre ye. Ev buha û rayîş li gor yên ku difiroşin erzan e, li gor yên ku dikirin jî giran e.

 

Kiryar Hecî Yarat: “Ez ji Siwêregê hatime, lê pez û dewar pir buha ye. Ez vala hatime, vala derim.”

Ajeldar Adil Emek: “Dema malê îthal/hawirdekirî tê malê me rezîl dibe.”

 

Ajeldar Remezan Yavûz: “Kîloya ceh mîlyon û sed hezarî ye, kîla kayê 500 hezarî ye. Bi ser de jî goşt erzan kirine.”

 

Di rojeva hinek hevniştimanan de jî ne mezat heye ne jî cejn. Ew li hêviya serxwebûna Başûr in.

 

Ajeldar Mistefa Îzol dibêje: “Yaw mezatê ji min nepirse hevalê min. Armanca me ew e ku ji Giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistan gav paşve neyê avêtin û em dixwazin ku giştpirsî bi serkeftî derbas be. Armanca me ew e. Rewşa mezat û bazara ajelan wê bi awayekî derbas bibe. Lê belê armanca me ya herî mezin Giştpirsiya Başûr e.”

 

Ji ber germahiya havînê Mezata Amedê bi taybetî di navbera çar û nehê destê sibê de pir qelebalix dibe.