Banka Navendî biryara faîzê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro civiya û derbarê rêjeya faîzê biryar da.

Banka Navendî rêjeya faîzê bilind nekir û rêjeya ji sedî 50î wekî berê hişt.

Banka Navenda 21ê Adarê rêjeya faîzê ji sedî 45an kiribû ji sedî 50.

Tevî hemû hewldanên rêveberiya aboriyê ya Tirkiyeyî jî dolar û enflasyon li ser hev bilind dibin.

Piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan rêjeya faîzê ji sedî 8,5an bû ji sedî 50 lê dîsa jî lireyê Tirkî roj bi roj bêqîmettir dibe.