Li Tirkiyê meha Sibatê 1225 kompanya hatine girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Yekitiya Borse û Odeyên Tirkiyê (TOBB), meha Sibatê ya sala 2023ê hezar û 225 kompanya hatine girtin û 9 hezar û 683 kompanya hatine avakirin.

Yekitiya Borse û Odeyên Tirkiyê (TOBB), amarên avakirin û girtina kompanyayan ên Sibata 2023ê eşkere kir.

Li gor amaran li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di meha Sibatê de hejmara kompanyayên hatin girtin li gor heman meha sala par %52.4 zêde bû bi giştî hezar û 225 kompanya hatin girtin. Çileya 2023ê jî hezar û 566 kompanya hatibûn girtin.

Hejmara kompanyayên di meha Sibatê de hatin avakirin li gor heman meha sala par %3.8 kêm bû û bi giştî 9 hezar û 683 kompanya hatin avakirin.

Meha Sibatê li hemû parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 9 hezar û 683 kompanya hatine avakirin. Herî zêde li Stenbol, Enqere û Îzmîrê kompanya hatine avakirin û li parêzgeha Baritnê ti kompanya nehatine avakirin. %41.6ê kompanyayên li Stenbolê, %10ê kompanyayan li Enqerê û %6.9ê kompanyayan li Îzmîrê hatine avakirin.

Herwiha meha Sibatê sermayeya kompanyayên ku hatine avakirin %32 kêmn bûne.