Hikûmetê dahata petrolê aşkere kir: 650 milyon dolar

25-02-2016
RÛDAW
Nîşan Petrol Kudistan Dahat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê raporta meha yek a îsal (2016) belav kir. Li gor raportê Herêma Kurdistanê di meha Çile ya 2016ê de 18 milyon û 656 gezar û 131 bermîlên petrolê bi rêya boriya petrola Kurdistanê hinarde kiriye û bi qasî 650 milyon dolar dahat hebûye.

 

Îro pênşemî 25ê Sibatê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporta rêjeya hinardekirina petrolê di meha Çile ya 2016ê de belav kir.

 

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî herwiha ragihand, ku ji niha û pê de êdî dê raportên mehane yên rêjeya hinardekirina petrolê, dahata petrolê û rêjeya petrola embarkirî aşkere bike.

 

Li gor raportê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di meha Çile ya 2016ê de 18 milyon û 656 hezar û 131 bermîlên petrolê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê hinardeyî Bendera Ceyhan a Tirkiyê kiriye ku rojane dike 601 hezar û 811 bermîlên petrolê.

 

Ji wê rêjeyê jî, 14 milyon û 16 hezar û 489 bermîlên petrolê ji bîrên petrolê yên di bin kontrola îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û herwiha 4 milyon û 639 hezar û 642 bermîlên petrolê jî ji bîrên Kerkûkê yên di bin desthilata Şîrketa Petrola Bakur de hatiye hinardekirin.

 

Di raportê de herwiha hatiye: “Bikirrên petrola Kurdistanê, 21 caran petrola Herêma Kurdistanê veguhastine û ji koma hemû hinardeya petrolê di meha Çile de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 650 milyon dolar bi dest xistiye.”

 

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Ji wê pereyê jî, 75 milyon dolar bi şîrketên berhemanîna petrolê hatiye dan û 575 milyon dolar jî di hesaba bankî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de maye.”

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin: “Ji ber wê rewşa ku li derveyî kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne, di meha yekê de hinardekirina petrolê bo dema rojekê hatibû rawestandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst