Deriyê sînorî yê navbera Helebçe û Kirmaşanê cardin hat vekirin

Germiyan (Rûdaw) – Deriyê sînorî yê navbera Helebçe û Kirmaşanê ji bo bazirganî û hatûçûna welatiyan vebû, rojane nêzîkî 450 barhilgir kelûpel di deriyê sînorî yê Pişte re derbas dibin.

 

Hikûmeta Iraqê sê meh dem daye daku 13 fermangeh li deriyê sînorî werin vekirin, eger fermangeh dest bi kar nekin, îhtîmal heye deriyê sînorî were girtin.

 

Deriyê sînorî yê Pişte berî niha vekirî bû, lê di 10ê Sibata îsal de hikûmeta Iraqê bi hinceta ku ne fermî ye, ew derî girtibû.

 

Nêzîkî 25 sal in deriyê sînorî yê Pişte di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de vekiriye û hemû kelûpelên bînasazî ji wir têne hawirdekirin û kelûpelên elektrîkê têne hinardekirin.

 

Wisa tê texmînkirin ku dahata rojane ya ji wî deriyê sînorî 95 milyon dînar e (derdora 79 hezar dolar).

 

Roja 10-02-2018an bi biryara yekalî ya hikûmeta Iraqê deriyê sînorî yê Sertek – Pişte hat girtin, piştî girtina deriyê sînorî hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar ji bo vekirina deriyê sînorî, li gel hikûmeta Iraqê berdewam bû, herî dawî îro bi rizamendiya Îranê û hikûmeta navendî ya Iraqê ev derî cardin hat vekirin.

 

Berî girtina deriyê sînorî yê Pişte, rojane 534 ajovan û zêdetirî hezar bazirgan û karker li ser wî deriyê sînorî kar dikirin.