Deriyê sînorî yê Pişte îro tê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro Pêncşemiyê, deriyê sînorî yê Pişte yan Şêx Sile, yê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de bihê vekirin û tevgera bazirganî li vî deriyê sînorê destpê bike.

 

Roja bihorî Serkonsulê Îranê yê li Hewlêrê, Murteza Ibadî ragihand, ku vekirina vî deriyê sînorî bi razîbûna hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

 

Nêzîkî 6 mehan, bi biryara yekalî ya hikûmeta Îraqê deriyê sînorî yê Pişte hatibû girtin.

 

Serkonsulê Îranê yê li Hewlêrê herwiha spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî kir, ku ji bo vekirina vî deriyê sînorî rol hebûne.

 

Murteza Ibadî herwiha spasiya û parêzgarên Silêmanî û Helebce û berpirsê Rêveberiya Germiyan û pasevanên sînorî li Silêmaniyê kir, ku hewla vekirina derî dane.

 

Deriyê Pişte, sala 1991ê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hatibû vekirin. Berî girtina deriyê sînorî yê Pişte, rojane 534 ajovan û bêhtir ji 1000 bazirgan û karkeran ku li vî sînorî kar dikirin, kelûpel hinarde û hawirde dikirin.