Parzûngeh û bîrên petrolê jî ketin destê Pêşmerge
Mûsil (Rûdaw) – Li eniya rojava û rojhilatê çemê Dîcle ku dikeve rojavayê bajarê Mûsilê, hêzên Pêşmerge bi standina hinek gundên wê deverê komek bîrên petrolê jî xistin bin destê xwe.
Şêwirmend aborî û pisporê petrolê yê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Bêwar Xinisî ji Rûdawê re got, li wan gund û deverên ku di nav du-sê rojên borî de ji aliyê hêzên Pêşmerge ve li nêzîkî Mûislê hatine rizgarkirin, bîrên petrolê hene.
Bêwar Xinisî da zanîn ku yek ji wan cihên ku hatiye rizgaririn, parzûngeha Keskê ye ku dikare rojane 10 hezar bermîl petrol parzûn bike.
Li gorî wî pisporê petrolê, li wan deverên ku hatine rizgarkirin petrolek pir heye û petrola wan deran ji bona derxistinê amade ye.