Barzanî bi şîrketên petrolê yên Chevron û Exxon Mobil re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku ji bo civîna aborî ya Davosê çûye Swîsrayê, bi nûner û berpirsên şîrketên mezin ên petrolê re hevdîtin pêk anî û piştevaniya dayîm a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo wan ragihand.

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kudistanê, Barzanî duh (23.01.2014) di kevana civîna aborî ya Davosê de bi serokê şîrketa Exxon Mobil a amerîkî Rex Tîlerson û cîgirê serokê şîrketa Chevron Jay Priyer civiya.

Di civînan de ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Dr. Aştî Hewramî û Berpirsê Pêwendiyên Derve Felah Mistefa jî beşdar bûn, her du şîrketên petrolê spasiya hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û li ser kar û xebatên xwe jî agahî dan Barzanî.

Serokê Herêma Kurdistanê jî spasiya wan her du şîrketên mezin kir û ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser piştevanîkirin û alîkarîkirina wan şîrketan berdewam be.

Mesûd Barzanî, ev cara duyemîn e tevlî civîna Davosê ya Swîsrayê dibe. Barzanî dê di kevana civînê de bi hinek serok û lîderên cîhanê re jî bicive.