Iraq dirafên hesin çap dike

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê ragihand, dê sala 2014an dirafên hesin her wiha dirafê “50000” dînarî çap bike. Her wiha hat zanîn, dê li ser dirafên hesin bi kurdî û erebî were nivîsandin.

Li gorî nûçeya malpera iraqî ya madapress, rêveberê demkî yê banka navendî ya Iraqê Ebdulbasit Turkî diyar kir ku dê sala 2014an dirafên hesin û dirafê 50000 dînarî çap bikin.

Turkî da zanîn, dê li ser dirafên hesin bi kurdî û erebî were nivîsandin.

Ev di demekî ye ku li ser dirafên niha yên Iraqê tenê bi erebî hatiye nivîsandin.