HERÊMA KURDISTANÊ – Xizanî alarm dide!
Hewlêr (Rûdaw)- Li gorî amarên fermî, ji ber krîza darayî li Başûrê Kurdistanê kirîna pêwîstiyên xwarinê ji sedî 50 kêm bûye.
Serokê Desteya Amarên Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed dibêje, ji ber krîza darayî pêşketina aborî bi rêjeyek berçav daketiye û şiyana xelkê ya kirîna tiştan û bi taybet jî kirîna pêwîstiyên xwarinê, kêm bûye.
Desteya Amerên Herêma Kurdistanê ji Adara sala 2008ê ve li bazarên Herêma Kurdistanê dest bi komkirina amarên nêzîkê 600 berhem, pêwîstiyên taybet û yên xizmetgûzariyê kiriye. Armanca komkirina van amaran ji bo zanîna asta kirîn û bikaranînê ye.
Di vê çarçoveyê de amarên giştî yên xwarin û vexwarin, alkol û tûtin, cil û pêlav, pêwîstiyên nav mal û saxberî (tamîrat), tendurustî, nîştecîbûn, av, elektrîk û sotemenî, guhestin, gihandin, hotel û xwaringeh û pêwîstiyên din ên xizmetguzariyê hatine berhevkirin.
Sîrwan Mihemed dibêje armanca wan a komkirina amaran û zanîna nirxan ji bo wê yekê ye ku bizanin ka xercên malbatan çi ne, meh bi meh çi tên guhertin. Herwiha ev yek dibe alîkar ku di dawiya salê de bikarin siyaseta aborî ya welat darêjin.
Geşedana aborî ser sal ji sedî 6 kêm dibe
Li gor amarên Desteya Amerên Herêma Kurdistanê û raporên Banka Navdewletî, heta sala 2014ê pêşketina aborî ya li Herêma Kurdistanê her sal ji sedî 7 zêde kiriye.
Lê piştî krîza darayî û destpêkirina şerê DAIŞê û herwiha hatina koçberan, rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê guhertinek mezin jiyan kiriye. Bi vî awayî hikûmet naçar maye ji sedî 30ê projeyên veberhênanê bide sekinanadin.
Bi gotina Sîrwan Mihemmed, li gorî pêşbîniyên Banka Navdewletî û Sanduqa Cîhanî ya Pereyan, di sala 2015ê de geşedana aborî ya Kurdistanê ji sala berî, ji sedî 6 kêm bûye. Vê yekê jî bandorek mezin li ser dahata malbatan û xercên wan kiriye.
Rewşa Kurdistanê ji ya Iraqê xiraptir e
Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Xurek a Cîhanê ku bi hevkariya Dezgeha Amarên Iraqê û Desteya Amerên Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin, amarên ji 1 heta 20ê Gûlana 2016ê hatine kirin; rewşa aborî ya xelkê Herêma Kurdistanê ji ya bajarên Iraqê xiraptir e.
Sîrwan Mihemed dibêje, “Li gorî van raporan rewşa aborî ya xelkê Başûrê Kurdistanê ji xelkê bajarên Iraqê xiraptir e. Beşek mezin ê xelkê Kurdistanê di sînorê hêjariyê de ne û rewşa beşek bicûk jî xirab e.”
Li gorî van lêkolînan rewşa debara jiyana xelkê Herêma Kurdistanê vegeriyaye pêş salên 2004ê. Di dahat û xercên malbatan de jî guhertinek mezin çêbûye. Xelk hest bi metirsiyê dike û tiştên pir ne pêwîst bin, nakire.
Bandorê li hizrê civakê jî dike
Pisporê geşenada aborî li Zanîngeha Selahadîn, Loqman Osman dibêje, “Ev amar asta şiyana aborî ya takekes û malbatan nîşan didin. Di heman demê de nîşan dide ka bûdceya malbatan çi ye û xercê jiyana wan çende.”
Bi nêrîna Osman eger birîna meaşan û rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê wiha berdewam be, dê ev yek bandorek mezin li şêweyê jiyan û hizrê civakê jî bike.
Osman wiha diaxive: “Di aboriyê de yasayek heye û dibêje; eger dahata bikarber sifir jî be, dikarin heta demekê jî xercan bike û bijî. Lê eger ev şiyan û hêza wan jî nema, derdikevin derveyî yasayan. Dikarin parsekiyê jî bikin û endamên leşê xwe jî bifiroşin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bikare geşedana aborî baş bike, di Gulana îsal de bi alîkariya Banka Navdewletî nexşerêya reformên aborî ragihand.
Banka Navdewletî ji bo cîbicîkirina vê nexşerêyê 3 sal diyar kiriye.
Sîrwan Mihemed diyar dike ku eger hikûmet bikare bi serkeftî vê nexşerêyê cîbicî bike, dikare careke din rewşa jiyana aborî û debara xelkê biguhere.