Banka Navendî biryara xwe ya faîzê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê biryara xwe ya faîzê neguherî.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro civiya û biryara xwe ya faîzê eşkere kir.

Banka Navendî rêjeya faîzê nugeherî û di ji sedî 50yî de hişt.

Rêjeya faîzê herî dawî 21ê Adara 2024an ji sedî 45an bûbû ji sedî 50.

Banka Navendî herwiha di daxuyaniya xwe de ragihand, eger rêjeya enflasyonê têk biçe dê polîtîkaya pereyan bê tundkirin.

Tevî hemû hewldanên rêveberiya aboriyê ya Tirkiyeyê dolar û enflasyon li ser hev bilind dibin.

Tevî ku rêjeya faîzê piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023an ji sedî 8,5 bû ji serdî 50 nirxê lîre li hemberî pereyên biyanî zêdetir daket.