Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê benzîn biha dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê benzîn bi qasî lîreyekî biha dibe.

Piştî ku bac hatin zêdekirin, lîreyê Tirkî nirxê xwe ji dest da û li bazarên cîhanî petrol biha bû, li Tirkiyeyê jî benzîn bihatir bû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe benzîn dê bi qasî lîreyekî biha bibe.

Herî dawî 17ê Kanûna Paşîna ya 2024an LPG 37 qiruşan û 20ê Kanûna Paşînê jî 40 quruşî biha bûbû.

Herwiha 20ê Kanûna Paşînê mazot jî bi qasî 1,15 qiruşan biha bûbû.

Niha li Stenbolê benzîn bi 36,91 lîreyan, li Enqereyê 37,54 lîreyan û li Îzmirê 37,77 lîreyan tê firotin.

Li Amedê jî bi 38,30 lîreyî tê firotin.

Berî hillbijartinên 14ê Gulanê lîtreya benzînê di navbera 18 û 19 lîreyan de bû.

Ji 14ê Gulanê heta niha benzîn ji sedî 90, mazot jî ji sedî 100 biha bûye.