Li Amedê rêjeya kirîn û firotina xaniyan kêm bûye

Amed (Rûdaw) - Li gor rapora dawî ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUIK) kirîn û firotina xaniyan li Tirkiyê û li bajarên Bakurê Kurdistanê di meha Mijdarê de li gor sala borî %27 kêm bûye. Heman rapor eşkere dike ku kirîn û firotina xaniyan di meha Mijdarê de li gor meheke beriya wê jî %38.8 kêmbûn nîşan daye, lê li hember vê encamê emlakfiroşên Amedê dibêjin  divê kiryar vê qeyranê ji xwe re bikin wek fersend,  ji ber ku nirxên xaniyan niha ji bo kirînê gelek guncaw in.

 

Kêmbûna kirîn û firotina xaniyan wek li metropolên Tirkiyê di 2 salên dawî de li bajarê Amedê jî xwe dide der, mutehîdên Amedê dibêjin ku niha wan karên xwe yên çêkirina xaniyan rawestandine û heke rewş wiha berdewam bike qeyraneke mezin li pêşiya wan e.

 

Mutehîd Îlyas Uzak diyar dike: “Li bajarê Amedê sala borî me nêzî 300 xanî difrot, lê niha em herî zêde dikarin 100 - 150 xanî bifroşin, rewşeke wisa peyda bûye ku me xaniyan bi çi nirxê çêkiriye bi neçarî bi wê nirxê difroşin, bêguman ev ji bo kiryaran keys û fersendek gelek baş e.”

               

Tirkiye di 15 salên dawî de di warê avahîsaziyê de hate asta welatên pêşketî, lê piştî qeyrana aborî û bilindbûna dolarê Amerikayê ya li hember lîreyê Tirkî, bankeyan faîzên xwe zêde kirin ev hem li ser çêkirin û hem jî kirîn û firotina xaniyan bandoreke neyînî peyda kir.

 

Niha nêzî 5 hezar xaniyên nûlêkirî li bajarê Amedê vala ne û li benda kiryarên xwe ne, emlakfiroş dibêjin ku nirxên xaniyan ji bo kirînê gelek guncaw in, lê ji ber berzbûna faîzên krediyan kiryar di biryara kirîna emlakan de nîgeran in.

 

Serokê Komeleya Emlakfiroşên Amedê Firat Akçakmak ji Rûdawê re eşkere kir: “Li bajarê Amedê kesên ku pereyên wan ên amade hene xaniyan distînin û difroşin, lê ew kesên ku bi qerzên bankeyan xanî bikirin wê bixisirin, ji ber ku rêjeya faîzên krediyan gelek zêde ne, ez pê bawer im ku piştî sersalê wê rêjeya faîzan dakeve, tembiya min ew e yên ku pereyên wan hebin bila xanî û dukan ji xwe re bikirin,  niha dem dema kirînê ye.”

 

Hikûmeta Tirkiyê ji bo ku bazara emlakê li Tirkiyê  ji nû ve zindî bike bacên emlakê û lêçûnên tapûyan kêm kiribû, piştî vê bergiriyê baca emlakê ji %18an dakete %8, lêçûnên tapûyê jî ji %4an dakete %3an, lê li gor raporên fermî ev bergirî jî niha têra bigîhankirina bazara emlakê nekiriye.