Ji bo dibistan û Bendava Derbendîxanê 898 hezar dolar hatiye terxankirin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku milyar û 160 milyon dînar (898 hezar dolar) ji bo nûjenkirina Bendava Derbendîxan û dibistanê wê hatiye terxankirin.

 

Ji ber erdheja şeva yekşemê 12ê Mijdara 2017an Bendava Derbendîxan zirar dît û divê beşeke mezin a bendavê were nûjenkirin.


Ji bilî bendavan, li hemû dibistan û cihên giştî pişkinîn hatine kirin ku ji ber erdhejê zirar gihiştiye wan deran.


Di daxuyaniyekê de Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihandin ku bi biryara Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê  ji bo  ziyanpêkevtiyên erdhejê yên li Bendava Derbendîxan û dibistabên wê 160 milyon dînar hatiye terxankirin. Ji bo nûjenkirina dibistananên li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Derbendîxanê 160 milyon dînar dê bê xerckirin.


Herwiha ji bo nûjenkirina Bendava Derbendîxanê jî milyarek dînar hatiye terxankirin.


Ji bo ku perwerdehiya wê navçeyê raneweste, Perwerdeya Derbendîxanê çar dibistan di avahiyekê de bi cih kirine.


Li sînorê Rêveberiya Perwerdeya Derbendîxanê hezar û 968 mamoste, 70 dibistan û 16 hezar û 343 xwendekar hene. 


Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê 20ê Mijdarê ji bo ziyanpêkeftiyên erdhejê 1.3 milyar dînar bûdçe veqetandibû.