Li Deşta Xerzanê çinîna genim dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deşta Xerzanê ya li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ku yek ji navendên dexlûdan e dirûna (çinîna) genim dest pê kir.

Rêveberê Saziya Çandinî û Daristanê ya Sêrtê, Ergun Demirhan dibêje: “Me çinîna genim da destpêkirin û em ji ber çinîna genim bi cotkaran re civiyan. Sala 2022-2023 li bajar û herêma me saleke berhemdar bû. Saleke herî bi berhem a salên dawî bû.

Îsal baran baş bû û tê texmînkirin berhemeke baş ji 250 hezar donim genimên Deşta Xerzanê bê bidestxistin.

Rêveberê Saziya Çandinî û Daristanê ya Sêrtê behsa diyarkirina bihayê genim û ceh dike û dibêje, cotkar ji bihayên diyarkirî razî ne.

Ergun Demirhan dibêje: “Bihayên ceh û genim ên kirînê ji aliyê Saziya Berhemên Axê ve hat diyarkirin û ev biha ji aliyê cotkar û berhemhêneran ve bi erênî hat pêşwazîkirin.”

Lê belê hejmarek cotkar ji bihayên dexlûdanan nerazî ne. Saziya Berhemên Axê ya Dewletê kîloya genim bi 8 lîre û 25 quruşan dikire û li bazarê jî kîloya genim di navbera 7 lîre û 50 quruşan heta 8 lîreyan tê firotin.

Sala par genim bi 6 lîre 5 quruşan ji aliyê dewletê ve dihat kirîn. Tevî ku xerciyên cotkaran li gor sala par ji %100 zêdetir bûne, lê bihayê genim tenê %35 hatiye zêdekirin.