Dolar li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir: 24 TL derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî bilindkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê ve, bihayê lîre li hember dolarê Amerîkî dîsan daket û dolar rekoreke nû tomar kir.

Banka Navendî ya Tirkiyê îro biryara xwe ya derbarê rêjeya faîzê de aşkere kir.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro ragihand, rêjeya faîzê ji %8.5an bo %15an hat bilindkirin.

Piştî biryarê, bihayê dolar û euro li hember lîreyê Tirkî berovajî texmînan careke din bilind bû.

Li gor borseyên Tirkiyê, a niha di saet 14:45an de bihayê yek dolarê Aemrîkî bi rêjeya %2.28 bilind bûye û gihîştiye 24.10 lîreyê Tirkî.

Herwiha bihayê euro jî bi rêjeya %2.48 bilind bûye û bûye 26.49 lîreyê Tirkî.