HEWLÊR - 2 pêşangeh ji bo sektorên bînasazî, enerjî û petrolê hatin vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro bi çavdêriya Wezdareta Avedankirin û Nîştecihkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi beşdariya zêdetir ji 200 kompanyayên biyanî û navxweyî, 11. Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê Keresteyên Avahîsazî û Jêrxanîsaziyê ya Hewlêrê û herwiha 5. Pêşangeha Navdewletî ya Petrol û Enerjiyê ya Hewlêrê dest pê kirin.

 

Herdu pêşangehan îro demjimêr 11:00 berî nîvro li cihê Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê dest pê kir.

 

Wezdareta Avedankirin û Nîştecihkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê spornsorê sereke yê lidarxistina wan pêşangehan e, û Wezareta Enerjî û Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê tevî Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê, û Yekîtiya Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Amedê û çend aliyên din erka sponsoriya darayî ya pêşangehan li xwe girtine.


 

Di merasîma vekirina pêşangehan de, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay û Wezîrê Avedankirin û Nîştecihkirinê yê Kurdistanê Derbas Kosret Resûl û çendîn rayedarên din û bazirgan û karsaz amade bûn.

 

11. Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê Keresteyên Avahîsazî û Jêrxanîsaziyê ya Hewlêrê ji îro 22ê Nîsanê heta 25ê Nîsanê berdewam dibe û 200 kompanya ji 15 welatan têde beşdar bûne, ku ew kompanya ji 6 welatên Ewropayê, 5 welatên Erebî, Tirkiye û Îranê ne.

 

Li gor agahiyên ji şanda bazirgan û pîşesazên Bakurê Kurdistanê, 39 kompanya ji Tirkiyê ve beşdarî di pêşangehê de kirine.

 

Rêveberê Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê, Ebû Bengîn di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: Pêşangeh di asteke bilind de ye, bo cara ewil e jî ku 22 kompanya ji Desteya Hinarde ya Siûdiyê ve di vê pêşangehê de beşdar in, ku kompaniyayên mezin ên Siûdiyê ne.

 

 

Ebû Bengîn herwiha got: “Hevdem şandeke bilind ji Bakurê Kurdistanê ve û ji başûrê Iraqê ve hatine û di kevana birêveçûna pêşangehê de jî biryar e hevdîtinên du alî di navbera kompanyayên biyanî û kompanyayên navxweyî de bêne encamdan.”

 

Di berdewamiya axavtina xwe de, Ebû Bengîn tekez kir: “Di nav pêşangehê de 3 standên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene ku ew jî standên wezaretên bazirganî û pîşesazî, elektirîk û avedankirin û nîştecikirinê ne.”

 

Rêveberê Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê ji Rûdawê re diyar kir, pêşangeh bo dema 4 rojan berdewam dike û rojane ji demjimêr 11:00 berî nîvro heta demjimêr 17:00 êvarî pêşangeh vekirî ye.

 

Berdevkê Wezareta Elektrîkê yê Herêma Kurdistanê, Şemal Nûrî ji Rûdawê re ragihand, “vekirina pêşangehê bi taybet pişît bidawîhatina şer li Iraqê pênagevkî giring e.”


 

Şemal Nûrî got, ji bo jinûve avedankirina welat, gelek kompanyayên ku di warê jêrxan û avakirinê de dixebitin û herwiha kompanyayên warê enerjiyê beşdarî di pêşangehê de kirine.

 

Nûrî diyar kir, ew weke Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê hewl didin, piştgiriya wan girêbestan bikin ku di pêşangehê de tên îmzekirin û alîkariyên teknîkî yên pêwîst bidin aliyan.

 

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê, Hakan Karaçay jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku ji Tirkiyê nêzîkî 50 kompanî tevlî pêşangeha navdewletiya Hewlêrê bûne.



 

Hakan Karaçay diyar kir ku karkirin û hevbeşiya bi 150 kompanyayên din ên beşdar di pêşangehê de ji bo Tirkiyê giring e û got: “Iraq di warê sektora belênderatiyê de cihekî giring e. Kompanyayên Tirkiyê li Iraqê gelek karên giring kirine. Em dê gelek projeyan li stu bigirin. Ji bo jêrxana herêmê gelek hevkarî hat kirin. Em dizanin ku kompanyayên me bi rêya pêşangehê bo karên nû yên ji bo karên jêrxanî yên giring li Iraqê, gelek hewldanan dikin.”

 

Serokê Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Amedê, Azîz Odabaşî jî ji Rûdawê re da xuyakirin ku 279 kompanya û kargeh girêdayî wan in û diyar kir, ku ew kompanî û kargeh di  sektorên xurek, tekstîl û metal û de dixebitin.



Azîz Odabaşî got: “Em dixwazin berhemên xwe bo welatên derve hinarde bikin. Vê yekê jî bi taybet em bo welatên xwe yên cîran û bi taybettir bo Kurdistan û Iraqê dixwazin. Ez bawerim ku em dê di vê mijarê de serkevtî bin.”

 

Odabaşî da zanîn ku beşdarî û pêşwaziya di pêşangehê de ji texmînên wî zêdetir bûye û tekez kir, ew weke Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Amedê dê li gel Odeya Bazirganî ya Amedê navendekê li Hewlêrê vekin.

 

Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, 962 kompanyayên ji Tirkiyê kar dikin û bi vê yekê Tirkiye di rêza yekem de ye, di rêza duyem de Îran bi 191 kompanyayan cih digire û Luban bi 157 kompanyayan, Amerîka 124 kompanî, Îmarat 152 kompanî û Brîtanya bi 116 kompanyayn di rêzên din de ne.