Ji ber pişka Herêma Kurdistanê îro budce bo parlamentoyê nayê şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Cemal Koçer ragihand, ji ber ku li ser pişka Herêma Kurdistanê rêkevtin nehatiye kirin, projeyasaya budceya federalî ya sala 2019ê nabin civîna îro ya parlamentoyê.

 

Di vê derbarê de Cemal Koçer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Ji ber ku li ser pişka Herêma Kurdistanê rêkeftin nehatiye kirin, parlamento îro deng li ser projeyasaya budceya federalî ya sala 2019ê ya Iraqê nade.”

 

Koçer got: “Xala nakok a li ser pişka Herêma Kurdistanê ji budceya federalî girêdana meşaê meaşxwerên Kurdistanê û budceya Pêşmerge ye bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye di jêr destê hikûmeta Iraqê de.”

 

Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê da zanîn ku Kurd naxwazin meaş û budceya Pêşmerge bi şandina petrola Herêma Kurdistanê ve bên girêdan û got: “Ji ber li gor me Herêma Kurdistanê ji ber heqdestê kompanyayan nikare pêbendê hinardekirina wê rêjeya petrolê be.”

 

Hevdem Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Ehmed Hacî Reşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Kurda daxwaz dikin pêşniyara hikûmeta Iraqê di budceyê de were cîgirkirin û ew pêşniyar dibêje, şandina meşaê meaşxwerên Herêma Kurdistanê mercdar nabe bi şandina petrolê.”

 

Li gor reşnivîsa projeyasaya budceya federalî ya sala 2019ê ya Iraqê, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol bi rêya Kompanyaya SOMO hinarde bike û li beramber hikûmeta Iraqê 9 trîlyon û 427 milyar dinar bide Herêma Kurdistanê.