Asta firotina xaniyan li Tirkiyê %27 kêm bûye

21-12-2018
RÛDAW
Li parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê di mehekê de tenê 8 xanî hatine firotin.
Li parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê di mehekê de tenê 8 xanî hatine firotin.
Nîşan Tirkiye Xanî Kêmbûna firotinê Iraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî datayên Desteya Amarên Giştî ya Tirkiyê , di Mijdara 2018an de asta firotina xaniyan li nivisengehên kirîn û firotina xaniyan li wî welatî bi rêjeya 27% kêm bûye û 89 hezar û 626 xanî û yekeyên niştecîbûnê hatine firotin.

 

Kerta firotina xanûberan li Tirkiyê yek ji kertên gelek çalak e, bi taybetî piştî ku bi alîkariya yasayê handan ji bo kiryarên navxwe û biyanî hate dan û mercên pêdana mafê niştecîbûnê û welatînameyê jî ketiye nav vê yasayê. Lê krîza darayî sedema sereke bû ji bo kêmbûna vejadina navxwe  a wî welatî , berovajî asta frotinê bo kesên biyanî zêdetir bû, ev jî ji bo ju destdana buhayê lîreyî Tirkiyê li beramber diravên biyanî vedigire .

 

Desteya Giştî ya Amaran a Tirkiyê, firotina xaniyan ji bo kesên biyanî bêtirî %117 zêde bûye , û 4 hezar û 672 xanî û yekeyên niştecîbûnê bi xelkê biyanî hatine firotin. Ev di demekî deye ku ji ber rewşa ewlekarî û siyasî û encamdana operasyonan, asta  firotinê li nvisengehên kirîn û firotina xaniyan li Bakûrê Kurdistanê kêm bûye, weke mînak  li parêzgeha Colemêrgê a bakurê Kurdistanê kêmtirîn firotin hebûye ku di dema mehekê de tenê 8 xanî hatine firotin

 

Bajarê Stenbolê bi firotina 16 hezar û 58 xaniyan, ji sedî 17.9 ê asta firotinê pêk tîne û bi pileya yekem tê, kêmtirîn asta firotina xaniyan li parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê bû ku di dema yek mehê de tenê 8 xanî hatine firotin.

 

Li gorî datayên Desteya Amarên Giştî ya Tirkiyê, tenê di 1 mehê de zêdetirîn xanî li Tirkiyê hatine firotin ji bo welatiyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê, bi awayekê ku welatiyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê 1003 xanî  li Tirkiyê kirîne.

 

Piştî welatiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê, welatiyên Îranê bi 463 xanî, welatiyên Rûsya 262 xanî, welatiyên Efxanistanê 261 xanî û welatiyên Siûdiyê 233 xanî li Tirkiyê kirîne.

 

Asta kêm firoştinê di sektora xaniyan de li Bakurê Kurdistanê ji bo çend egerên sereke û rehendan vedigere,  berçavtirîna wan  pirsa ewlekarî û siyasiyeku bi awayekê berdewam operasyonên leşkerî li bajar û bajarokan tên dîtin.

 

Ew operasyonên serbazî rê li pêşveçûna abûrî û sistiya avedankirina wê navçeyê û pêşkêş kirina xizmetgûzariyan digire. bi vê yekê rewşa welatiyan xirab dibe, û neçar dike ku deynan ji benkan werbigirin û xaniyên xwe jî weke rehîne bi din wan benkan.

 

Xaniyên tên  rehîne jî gelek zehmete bên firotin , ev jî dibe rêxuşkirin ku kesên biyanî fikir di kirîna xaniyan li bakûrê Kurdistanê ne ken

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst