Benzîn jî biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê benzîn bi qasî 1,48 lîreyan biha bû.

Şerê Îsraîl û Hemasê bandor li bihayên mazot û benzînê kir.

Piştî vî şerî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mazot û benzîn bihatir bûn.

Mazot 17ê vê mehê bi qasî 2,23 lîreyan biha bûbû.

Ji nîvê şevê û şûn ve benzîn bi qasî 1,48 lîreyan biha bû.

Bi bihayê nû re lîtreya benzînê dê li Stenbolê bi 34,94, li Enqereyê, 35,59 û li Îzmîrê jî 35,69 lîreyan bê firotin.

Berî hillbijartinên 14ê Gulanê lîtreya benzînê di navbera 18 û 19 lîreyan de bû.

Ji 14ê Gulanê heta niha benzîn ji sedî 90, mazot jî ji sedî 100 biha bûye.