Îsal 788 kompanyayên mezin top avêtiye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber pirsgirêkên aborî di 7 mehên destpêkê yên îsal de 788 kompanyayên mezin îflasa xwe ragihandine.

Li Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî roj bi roj zêde dibin û krîz mezintir dibe.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, cara yekem kompanyayeke ku di Borsa Stenbolê de kar dike topavêtina xwe ragihand.

Kompanya Mega Polietilenê ya li Borseya Stenbolê kar dike hefteya borî îflasa xwe ragihand. 

Ji ber ku yekem car kompanyayeke mezin a li Borseya Stenbolê kar dike îflas kir bandoreke xirab li wê sektorê kir.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di 7 mehên destpêkê yên sala 2024an de 788 kompanyayên mezin top avêtiye.

Sala borî jî 519 kompanyayan top avêtibû.

Herî zêde di sektora avahîsaziyê de kompanyayan top avêtiye û piştre sektora cilûberg û petrolê tê.

Di 7 mehên destpêkê yên îsal de 388 kompanyayên avahîsaziyê îflas kiriye.