Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot dîsa biha dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji roja sêşemê û şûnde lîtreya mazotê lîreyekî biha dibe.

Piştî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bac hatin zêdekirin û lireyê Tirkî nirxê xwe ji dest da, her ku diçe mazot û benzîn bihatir dibin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye, 21ê Tîrmehê bihayê mazotê 1,55 lîre, 28ê Tîrmehê jî 1,45 lîre, 1ê Tebaxê 1,07 lîre û 11ê Tebaxê jî 1,80 lîreyan hatibû zêdekirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, bihayê mazotê sibe lîreyekî tê zêdekirin.

Îro lîtreya mazotê li Stenbolê 37,65 lîre, li Enqereyê 37,28 lîre û li Îzmîrê jî 37,44 lîre ye.

Beriya hillbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyeyê yên 14ê Gulana îsal, lîtreya benzînê bi 18,58 lîreyan bû.

Piştî hilbijartinan bihayê benzînê ji sedî 100 hat zêdekirin.