Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê benzîn biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê benzîn bi qasî 1,49 lîreyan biha bû.

Piştî ku bac hatin zêdekirin, lîreyê Tirkî nirxê xwe ji dest da û li bazarên cîhanî petrol biha bû, li Tirkiyeyê jî benzîn bihatir bû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro benzîn bi qasî 1,49 lîreyan biha bû.

Herî dawî 9ê Kanûna Pêşînê ya 2023yan benzîn bi qasî 1,65 lîreyan biha bûbû.

Bi bihayê nû re lîtreya benzînê dê li Stenbolê bi 34,50, li Enqereyê, 35,17 û li Îzmîrê jî 35,36 lîreyan bê firotin.

Li Amedê jî dê bi 35,85 lîreyan bê firotin.

Herî dawî 9ê Kanûna 2023an benzînê bi qasî 1,65 lîreyan erza bûbû.

Berî hillbijartinên 14ê Gulanê lîtreya benzînê di navbera 18 û 19 lîreyan de bû.

Ji 14ê Gulanê heta niha benzîn ji sedî 90, mazot jî ji sedî 100 biha bûye.