Îro li Tirkiyê rêjeya mûçeyê kêmane eşkere dibe

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo eşkerekirina mûçeyê kêmane civînên hikûmeta Tirkiyê û nûnerên karkeran berdewam in û biryar e îro rêjeya mûçeyê kêmane eşkere bibe.

Civîna Sêyemîn a Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane îro Sêşemê 20ê Kanûna 2022an demjimêr 14:00 li Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî tê sazkirin û tê çaverêkirin mûçeyê kêmane yê sala nû di wê civînê de bê eşkere kirin.

Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyê Vedat Bilgin ragihandibû ku hêviya wî heye di civîna roja Sêşemê de li hev bikin û mûçeyê kêmane bê eşkerekirin.

Vedat Bilgin gotibû: “Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane roja Sêşemê dicive û derbarê mûçeyê kêmane de hêvî heye bigihin lihevkirinekê. Mûçeyê bê destnîşankirin dê di asta ku karker bikaribin debara jiyana xwe bikin û herwiha divê hêza kesê xwediyên kar jî derbas neke.”

Ev di demekê de ye ku di gotubêjên Budceya 2023ê yên Parlamentoya Tirkiyê de hemû partiyên opozisyonê di vê mijarê de pêşniyara xwe anîne ziman. HDPê jî pêşniyar kiribû ku mûçeyê kêmane 12 hezar û 500 lîreyê Tirkî be.