Banka Navendî ya Tirkiyeyê eşkere kir: Heta dawiya salê dolar dê bibe çend lîre?

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyeyê pêşbîniya xwe ya enflasyona dawiya sala 2023yan wekî ji sedî 68,01 û pêşbîniya dolar jî wekî 30 lîre guherî.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê, encamên “Rapirsiya Beşdarên Bazarê ya Çiriya Pêşînê” eşkere kirin.

Rapirsî bi beşdariya 70 nûnerên sektora fînansê, sektora berhemanînê û pisporan hatiye amadekirin.

Li gorî rapirsiyê, li Tirkiyeyê heta dawiya salê dolar û enflasyon bilind dibin.

Di rapirsiyê de pêşbîniya rêjeya enlasyona dawiya salê ji sedî 67,22an derket ji sedî 68,01ê.

Herwiha li gorî rapirsiyê tê pêşbînîkirin dolar heta dawiyê salê bibe 30 lire.

Rapirsiya berêtir pêşbînî dikir ku heta dawiya salê dolar bibe 30,14 lîre.

Li gorî pêşbîniyên rapirsiyê, aboriya Tirkiyeyê mezin dibe.

Pêşbîniya mezinbûna aboriyê ya dawiya salê ji sedî 3,9an derket ji sedî 4,1ê.