Banka Navendî biryara xwe ya faîzê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro civiya û derbarê rêjeya faîzê de biryar da.

 Banka Navendî rêjeya faîzê bilind nekir û wekî ji sedî 50 sabit girt.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro civiya û biryara xwe ya faîzê eşkere kir.

Banka Navendî rêjeya faîzê nugeherî û di 50yî de hişt.

Rêjeya faîzê herî dawî 21ê Adara 2024an ji sedî 45an bûbû ji sedî 50.

Tevî hemû hewldanên rêveberiya aboriyê ya Tirkiyeyê dolar û enflasyon li ser hev bilind dibin.

Tevî ku rêjeya faîzê piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023an ji sedî 8,5 bû ji sedî 50 jî lîre li hemberî pereyên biyanî zêdetir daket.