Sehafên Stenbolê ji ber mesrefên zêde dikanên xwe digirin
Stenbol (Rûdaw) - Di nava 4 salên dawî de, li Tirkiyeyê ji ber sedemên pandemî, pirtûkfiroşiya înternetê, bihabûn û mesrefên zêde hemû sehaf û pirtûkfiroş di warê aboriyê de gelek dikevin tengasiyê.
Li Stenbolê, hejmareke dikanên sehafiyê ji ber kirêyên zêde û kêmfirotina pirtûkan dikanên xwe digirin.
Li gorî pirtûkfiroşan, eger rewşa xirab a aboriyê wiha dewam bike dê gelek esnaf ji neçarî dikanên xwe bigirin û ji bo debara xwe bikin berê xwe bidin karên din.
Lewma jî pirtûkfiroş ji şaredarî û Wezareta Çandê li benda piştgiriyê ne.
Kenan Ulgen ev 24 sal in li Çarşiya Sehafan a Beyogluya (Aslihan) Stenbolê karê sehafiyê dike.
Kenanê ku ji zanîngehê ji beşa arkeolojiyê mezûn e, ji ber meraqa xwe ya kitêbên kevn û Osmanî berê xwe daye sehafiyê.
“Karê sehafiyê karê dildariyê ye”
Sehaf Kenan Ulgen ji Rûdawê re got:
“Karê sehafiyê karê dildariyê ye. Piştî krîza aboriyê ku bihayê kaxiz giran bû, li derve bihayê pirtûkan pir biha bû.
Ji loma jî xwînerên me zêde bûn. Lê em jî bi zehmetî pirtûkan peyda dikin.
Li ser înternetê zêdetir tên firotan. Di pandemiyê de zêdetir bû.
Lê helbet cemaetekê me yê xwîneran heye, ku ew her tim tên û diçin.”
Hebûna sehaf û pirtûkfiroşên jin gelek kêm e.
Betul Gedîk jî yek ji wan jinan e ku ev 23 sal in karê sehafiyê dike.
Ew di heman demî de him şanoger e, him jî nivîskar e.
“Pirsgirêkên sehafiyê pir zêde bûne”
Sehaf Betul Gedîk jî got:
“Ji zarokatiya xwe ve ez dihatim vê pasajê min pirtûk distandin. Dûv re ez li vir bûm pirtûkfiroş.
Ev kar ji bo jinan zor e. Lê em hîn bûne êdî. Li gorî demên berê, pirsgirêkên sehafiyê pir zêde bûne.”
Di nava 4 salên dawî de, ji ber sedemên pandemî, dijitalizasyon, pirtûkfiroşiya înternetê, bihabûn û mesrefên zêde hemû sehaf di warê aboriyê de gelek dikevin tengasiyê.
Ji loma jî ew neçarî li gel pirtûkên kevn ên sehafiyê, pirtûkên nû û pirtûkên ezmûnan jî difroşin da ku nifte li ser deriyê xwe nexin.
Sehaf Turgut Balci jî da zanîn ku mesrefa dikanên wan her diçe giran dibe û got:
“Dema mesref zêde dibin em nikarin debara xwe bikin, em ê têk biçin. Ji loma jî em nikarin du kes li dikanekê bixebitin.”
Li kolana Îstikalalî ya Stenbolê hejmareke dikanên sehafiyê ji ber kirêyên zêde û kêmfirotina pirtûkan dikanên xwe girtin.
Li gorî pirtûkfiroşan eger rewşa xirab a aboriyê wiha dewam bike dê gelek esnaf ji neçarî dikanên xwe bigirin û ji bo debara xwe bikin berê xwe bidin karên din.
Herwiha sehaf dixwazin ku şaredarî ji nû ve Festîvala Sehafan a Beyogluyê li dar bixe.
Sehaf Celîl Akyildiz jî got:
“Karê sehafiyê him kêm bû, him jî forum guhert. Yanê ev kar wek karekî ciwanan xuya nabe.
Jixwe yên vî karî dikin temen mezin in û ji mêj ve vî karî dikin. Ji aliyê aboriyê ve ev kar ji bo ciwanan balkêş xuya nake.”
Bajarê Stenbolê ku li cîhanê yek ji navendên herî girîng a çand û hunerê ye, ji ber krîza aboriyê her diçe ji jiyana çand û hunerê dûr dikeve û zêdetir dibe bajarê bazirganî û danûstandinên turîstîk.