VIDEOWALL – Zanyarî li ser Bajarê Pîşesazî ya Duhokê

Îro bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û hejmarek berpirsên hikûmetê û îdareya parêzgeha Duhokê, kevirê bingehîn ê Bajarê Pîşesazî li Duhokê hat danîn.

Bajarê Pîşesazî ku bi navê (Bajarê Kanî Spiyê) tê naskirin, dê bi 2 qonaxan were cîbicîkirin.

Qonaxa yekem li ser rûberê 969 donim zewî tê çêkirin û cihê 275 kargehena li xwe digire, herwiha qonaxa duyem a bajarê pîşesazî ya Duhokê jî li ser rûberê 631 donim erdê tê cîbicîkirin û 229 embaran li xwe digire.

Hevkara me Şehyan Tehsîn di videowallekê de zanyariyên bêtir dide.