Benzîn û mazot careke din biha dibin

Hewlêr (Rûdaw) – Sibe benzîn bi qasî 1,64 lîreyan û mazot jî bi qasî 1,63 lîreyan biha dibe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî ku bac hatin zêdekirin û lîreyê Tirkî bêqîmet bû, mazot û benzîn her ku diçe bihatir dibin.

Piştî zêdekirina bacê, benzîn û mazot jî çend caran biha bûn.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, sibe benzîn bi qasî 1,64 lîreyan û mazot jî bi qasî 1,63 lîreyan biha dibe.

Piştî vê girankirinê bihayê lîtreyeke benzîn û mazotê 42 lîreyan derbas dike.

Benzîn

Bi bihayên nû re, lîtreya benzînê li Stenbolê dibe 41,93 lîre, li Enqereyê dibe 42,88 lîre û li Îzmîrê jî dibe 43,18 lîre.

Mazot

Bihayê lîtreyeke mazotê jî li Stenbolê dibe 42,30 lîre, li Enqereyê dibe 43,26 lîre û li Îzmîrê jî dibe 43,65 lîre.

Li gel bihayên nû, piştî hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê yên 14ê Gulana 2023yan rêjeya bihabûna mazotê ji sedî 100 derbas kir.