Mûçeyê kêmane hat diyarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bo mehên 6 heta 12 yên sala 2023an mûçeyê kêmane weke 11 hezar û 402 lîre hat diyarkirin. Mûçeyê kêmane pêştir 8 hezar û 506 lîre bû.

Komisyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane îro demjimêr 11:00 bo cara sêyem bi beşdariya nûnerên karker, karsaz û hikûmetê civiya û mûçeyê kêmane diyar kir.

Li gor biryarê mûçeyê kêmane yê mehane ji 8 hezar û 506 lîreyan bo 11 hezar û 402 lîreyan hat zêdekirin, ku dike nêzîkî 480 dolaran.

Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî dibêje, mûçeyê kêmane ji rêjeya enflasyonê zêdetir bilind kirine.

Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî Vedat Işikhan got: “Xebatên Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane bi lihevkirina nûnerên karker û karsazan bi dawî bûn. Niha mûçeyê kêmane yê nû eşkere dikim. Bo heyama duyemîn a sala 2023an mûçeyê kêmane yê bac û bîm jê nehatiye wergirtin 13 hezar û 414 lîre ye û mûçeyê kêmane yê safî wek 11 hezar û 402 lîre hatiye diyarkirin. Me bi vê zêdekirina rêjeya %34, bi rêjeyeke ji ya enflasyonê gelekî zêdetir ku para xweşguzariyê di nav de ye zêdetir kir.”